Berhemê îsal ê hingivînê Akrê dibe 37 ton

Navenda Nûçeyan (K24) - Mêşvanên qezaya Akrê dibêjin ku, îsal berhemê hingivînê wan bi rêjeyeke berçav zêde bûye û mimkin e bigehe 37 tonan û rêyê li hawirdekirina hingivînê biyanî bigire.
Izet Silêman, ku mêşvanekî xelkê gundê Xerdseyê yê qezaya Akrê ya parêzgeha Dihokê ye, li mala xwe 300 şaneyên mêşan hene. Ew wekî mêşvanê nimûneyî yê devera xwe navdar bûye.
Mêşvanê nimûneyî yê devera Akrê ev çend roj in dest bi komkirina berhemê hingivînê xwe kiriye û amajeyê dide ku, berhemê îsal ji yê sala borî zêdetir e.
Izet Silêman tekez jî kir, “Li beranberî sala borî, rêjeya berhem û kalitiya hingivînê me yê îsal gelek baştir e. Yekane daxwaza me jî ji hikûmetê qedexekirina hingivînê welatên deverê ye, ji bo ku em bikarin hingivînê xwe li sûkan bifiroşin.”
Di dema çend salên borî de cotyarên sinorê qezaya Akrê bi rêjeyeke berçav dest bi xwedîkirina mêşan kiriye. Aliyên peywendîdar jî zêdebûna wî karî ji bo çend sedeman vedigerînin.
Berdevkê Birêveberiya Çandinê ya Akrê Karwan Cemal jî got, “Piştevaniya Kabîneya Nehê ji bo karê mêşvaniyê û keşûhewayê devera me û şarezahiya xelkî wesa kiriye ku her sal hejmara mêşvanan û berhemê hingivînî li sinorê Akrê zêdetir bibe.”
Li dû data û amarên tomarkirî, zêdetirî 584 mêşvanan li sinorê qezaya Akrê hene ku xwediyên zêdetirî 21 hezar şaneyên mêşan in. Pêşbînî jî tê kirin ku berhemê îsal bigehe di ser 37 hezar kîloyên (37 tonên) hingiv.
Her sal hejmara wan heksan ên ku hingivînî li sinorê qezaya Akrê xwedî dikin zêde dibe, ev yek jî ji bo piştevaniya berdewam a Kabîneya Nehê ji bo kertê çandinê û karê mêşvaniyê vedigere.