Seroka Desteya Geştyariyê daxwazê dike cihên geştyarî muzîk û stiranên Kurdî pêşkêş bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Seroka Desteya Geştyariyê daxwazê dike ku cihên geştyarî muzîk û stiranên Kurdî pêşkêş bikin, ji ber ku roleke berçav di nasandina bihayên netewe û ferheng û erf û edetên Kurdistanê de digêrin.
Seroka Desteya Geştyariyê Emel Celal îro (Duşem, 29.07.2024) li ser rûpela fermî ya wê desteyê parve kiriye, geştyariyê ji bo Herêma Kurdistanê zêdebarî giringiya xwe ya aborî rehendeke niştîmanî jî heye û alavek bihêz a aşnakirina geştyaran bi dîrok, nasname, ferheng û keltûrê Kurdistanê ye.
Emel Celal herwesa got, “Muzîk û tablo roleke berçav di nasandina bihayên netewe û ferheng û erf û edetên welatan de ji bo geştyaran digêrin, muzîk bi rîtma cuda û helbest û awazên resen ên Kurdî dikare bibe pirek ji bo pevregirêdana rih û hestên geştyaran bi Kurdistanê re û ezmûneke jibîrnekirî li cem geştyaran tomar bike, li beranber jî tablo bi awayekî dîtî nûnerîtiya dîmenên xwezayî yên dilrevîn ên welatî û rûdanên dîrokî û şûnwarên dêrîn dikin, herwesa derfetê ji geştyaran re peyda dikin ku xweşiktiya welatî û hemerengiya çalakiyan bibînin û zêdetir aşnayî Kurdistanê bibin.”
Navbiriyê amaje jî da, “Piştî lidûçûnê ji me re diyar bû ku piraniya bingehên geştyarî yên Herêma Kurdistanê zêdetir muzîka biyanî pêşkêş dikin û dîwarên wan bi tabloyên hunermendên biyanî û wêneyên welatên din hatine xemilandin, ev jî bi armanca me ya stratejîk re hev nagire ku parastina nasname û ferhenga neteweyî ye.”
Seroka Desteya Geştyariyê ragehand, “Li ber sîbera berpirsyarîtiya li beranber ax û welatî, ez daxwazê ji xwaringeh, hotel, motel û cihên geştyarî dikim ku, erkê xwe yê niştîmanî û morala xwe bibînin û bibin pareke parastina ferhenga welatê me, bi rêya zêdetir piştgirêdana bi muzîk û stiranên Kurdî û bikaranîna tabloyên hunermendên Kurdistanê. Geştyaran aşnayî xwezaya taybet û dîroka geş û şûnwarên dêrîn ên Kurdistanê bikin.”
Emel Celal tekez jî kir, “Bi pêşkêşkirina muzîka Kurdî û xemilandina dîwaran bi wêneyên warê xwe ne tenê ezmûna geştyariyê dewlemend dike, belkî em dê nasnameya xwe ya neteweyî jî bihêz bikin û dê bibe piştevaniyeke pêdivî ji bo hunermendên navxweyî û berhemên wan.”