Rewend Qadir: Zêdetirî 20 pirojeyan li nav Daretûyê hatine destpêkirin

Rewend Qadir
Rewend Qadir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Daretûyê ragehand, “Zêdetirî 20 pirojeyan li nav Daretûyê hatine destpêkirin û 17 ji wan pirojeyan temam bûne, yên mayî jî sê pirojeyên giring in, tevî pirojeyekî nû yê cadeyeke dualî bi dirêjahiya 500 metran.”

Serokê Şaredariya Daretûyê Rewend Qadir îro (Sêşem, 30.07.2024) ragehand, “Komelgeha Daretûyê nêzî pênc kîlometran ji navenda bajarê Hewlêrê dûr e, lewma zêdetirîn daxwaziyên welatiyan li wî sinorî gehandina xizmetkariyan ji bo taxên wan e.”

Rewend Qadir got, “Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê rijd bû ku zêdetirîn xizmetkarî ji bo tevaya bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê bên bicihanîn, xasma li cihên hejaran.”

Navbirî amaje jî da, “Sedema zêdetirîn xizmetkariyan ku ji bo Daretûyê hatine dabînkirin daxwaziyên welatiyên wî sinorî bûn, ku xizmetkariyên wan di astekê destpêkî de bûn, lê niha em dibînin ku zêdetirîn xizmetkarî li wî sinorî hene, manaya vê yekê jî ew e ku ev xizmetkariyên vê kabîneyê tevreng û tevalî ne.”

Serokê Şaredariya Daretûyê eşkere jî kir, “Ew xizmetkarî ji çêkirina rê û rêbaran, cadeyan, pondan, cadeyên nav taxan û kolanên nav Daretûyê pêk tên.”

Rewend Qadir behs jî kir, “Di dema kêmtir ji du salan de, zêdetirî 20 pirojeyan li nav Daretûyê hatine destpêkirin û 17 ji wan pirojeyan temam bûne, yên mayî jî sê pirojeyên giring in, tevî pirojeyekî nû yê cadeyeke dualî bi dirêjahiya 500 metran.”

Fly Erbil Advertisment