Pêşangeha yekê ya Odeya Bazirganî ya Qezwînê li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ev pêşangeha yekê ya Odeya Bazirganî ya Qezwînê ye li Hewlêrê tê vekirin, bi tevlîbûna hejmareke zêde ya kargeh û kompaniyan ji bo berçavkirin û nasandina berhemên wan ji bo welatî û bazirganan.”
Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim îro (Çarşem, 31.07.2024) di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “Ev pêşangeha yekê ya Odeya Bazirganî ya Qezwînê ye li Hewlêrê tê vekirin, bi tevlîbûna hejmareke zêde ya kargeh û kompaniyan, ji bo hindê ku berhemên xwe bidin nasandin û berçavkirin.”
Kemal Muslim herwesa got, “Di vê pêşangehê de, bazirganên Îranê dikarin peywendiyan bi bazirganên Herêma Kurdistanê û odeyên bazirganî re çê bikin, herwesa welatî jî dikarin bên vê pêşangehê, ji bo ku zêdetirîn berhemên wan kargeh û kompaniyan bibînin ên ku li vê derê hatine berçavkirin.”
Navbirî amaje jî da, “Ev pêşangeh ji bilî ku dibe sedema zêdetir kumomkirina peywendiyên her du aliyan, ji bo pêşxistin û livînên bazirganî ji aliyê aborî û civakî jî ve giring e û ji bo her du aliyan dibe cihê giringiyê.”
Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê tekez jî kir, “Ji bo me û Komara Îslamî ya Îranê giring e pêşangehên wesa hebin. Kompaniyên me jî bi awayekî giştî, ku di wî warî de taybetmend in, dikarin tevlî vê pêşangehê bibin.”