Erşed Salihî daxwaza danana parêzgerekî demkî bo Kerkûkê dike heta alî lihev dikin

Erşed Salihî
Erşed Salihî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekî Bereyê Tirkmenî li Kerkûkê ragehand ku, pêxemetî xerckirina mûçeyên fermanberan û birêvebirina karûbarên darayî yên parêzgeha Kerkûkê, pêşniyar dike ku desteya hevahengiyê ya bilind a navbera parêzgehan bi awayekî demkî bê raspartin ku karên parêzgeha Kerkûkê bike.

Serokê Lijneya Mafên Mirovan a Perlemana Îraqê Erşed Salihî, ku yek ji serkirdeyên bereyê Tirkmenî ye li Kerkûkê, îro (Çarşem, 31.07.2024) di peyamekê de ragehand, daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê dike ku, serokê desteya hevahengiyê ya bilind a navbera parêzgehan Ehmed Fetlawî ji bo karûbarên darayî yên fermanberên parêzgeha Kerkûkê rabispêre.

Erşed Salihî amaje jî da, “Ji ber pêkneanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê, arêşe ji bo xerckirina mûçeyên fermanberên parêzgehê û Civata Parêzgeha Kerkûkê çê bûne, di demekê de ku wan fermanberan çi gunehek nîne ku ji ber lihevnekirina aliyan mûçeyên wan gîro bibin.”

Navbirî di pareke din a peyama xwe de eşkere kir, “Paşkeftina mûçeyên fermanberan û çêbûna arêşeyên darayî û kargêrî li parêzgeha Kerkûkê, divê palderek be ku alî lezê di lihevkirina pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de bikin.”

Ev jî di demekê de ye ku bizavên pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê berdewam in û çavkaniya duberekiyan jî postê parêzgerî ye, ku hemî alî dixwazin. Di wê çarçoveyê de jî Serokwezîrê Îraqê bi endamên civatê ji pêkhateya Ereb re civiya û daxwaz kir berbest bên rakirin û bi lez Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê bê pêkanîn.

Fly Erbil Advertisment