Pêşmerge di operasyoneke berfireh de heşargehên DAIŞê wêran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge eşkere dike, Pêşmergeyan operasyoneke berfireh ji bo dîtin û wêrankirina heşargehên DAIŞê li sinorê Qerehencîrê bi cih anî.
Wezareta Pêşmerge îro (Pêncşem, 01.08.2024) parve kiriye, bi fermana Fermandeyê Firqeya Duyê ya Peyade ya Wezareta Pêşmerge, Lîwaya 1ê ya Peyade li sinorê nahyeya Qerehencîrê û gundên derdorê, operasyoneke berfireh li serê sibeha îro heta piştî nîvro hat kirin.
Wekî ku Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, armanc ji wê operasyonê lêgeriyan û pişkinîn bû ji bo wan cihên gomana heşargeh û cihên çekdarên teroristên DAIŞê li ser hebû.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fermandeya Operasyonên Îraqê Ebdulxaliq Telet li roja Şemiyê, 20.07.2024, taybet ji K24ê re got, “Heta niha DAIŞ li ser paşeroja Îraqê metirsiyeke mezin e, bi awayekî ku her heftiyê carekê an jî her mehê çend caran êrîş dikin ser hêzên ewlehiyê yên Îraqê.”
Ebdulxaliq Telet amaje jî da, “Êrîşa DAIŞê ya li ser Qerehencîrê amajeyek e ji bo metirsiyên wê rêkxistinê li ser Herêma Kurdistanê ku mimkin e zêdetir êrîşan bike.”