Parêzger û Serokê Civata Parêzgeha Diyalayê û cîgirên wan hatin hilbijartin

Diyala
Diyala

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî heşt mehan ji hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê, Civata Parêzgeha Diyalayê postên serokê civatê û parêzger û cîgirên wan yekalî dike.

Civata Parêzgeha Diyalayê li şeva borî (Pêncşem, 01.08.2024) di rûniştinekê de postên serokê civatê û cîgirê wî û parêzger û cîgirên wî yekalî kirin. Ednan Cayerî ji bo postê parêzgerê wî bajarî hat hilbijartin û her yek ji Misrtefa Talib û Xazî Feysel jî wekî cîgirên yekê û duyê hatin hilbijartin.

Ji aliyekî din ve jî Omer Kerewî wekî Serokê Civatê û Salim Temîmî wekî Cîgirê Serokê Civata Parêzgehê hatin hilbijartin.

Yekalîkirina postên parêzgeha Diyalayê piştî heşt mehan ji hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê di civîneke taybet de li hotela Reşîdê li Bexdayê bi rê ve çû.

Civata Parêzgeha Diyalayê rûniştina xwe ya yekê ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî li roja 05ê Şibata îsal kir, lê ji ber duberekî û hevrikiyên siyasî ew rûniştin vekirî ma û aliyên siyasî heft caran ji ber nebûna nîsaba qanûnî şkestin di temamkirina wê rûniştinê de li Diyalayê anî.

Fly Erbil Advertisment