“Li Stenbolê polîsan avêtin ser daweteke Kurdan û 5 kes binçav kirin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, polîsan êrîşî daweteke Kurdan kirin û ji heman malbatê pênc kes binçav kirin.

Rêxistina Esenyurtê ya DEM Partiyê da xuyakirin, şeva borî polîsên sivîl û fermî bi çendîn otomobêlan êrîş birine ser daweteke Kurdan li Esenyurtê û polîsan 5 kes ji malbata Karçik binçav kirine.

Dem Partî rexne li helwesta polîsên Tirkiyeyê digre û dibêje, malbata Karçik li Esenyurtê di kolanê xwe de ahenga dawetê dikir, lê rastî êrişê polîsan hat. Ev yek jî asta nêzîkatiya hemberî Kurd, Kurdî û dawetên Kurdan nîşan dide.

Derbarê vê bûyerê de, ti daxuyanî ji aliyê Wezareta navxwe ya Tirkiyeyê û rayedarên din ve, nehatiye dayîn.

Pêştir jî li çend bajaran, gelek kes bi hinceta ku li ber muzîka Kurdî govend gerandine hatibûn binçavkirin.

Kesên ku hatine binçavkirin, bi “propagandaya rêxistina terorê” tên tometbarkirin.

Fly Erbil Advertisment