Xalid Mefrecî: YNKê danûstandinên pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê têk dan

Xalid Mefrecî
Xalid Mefrecî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Siyadeyê li Kerkûkê dibêje, “Bi rêya wî bereyê ku me bi PDK, Tirkmen û partiyên din re pêk anîbû, me piraniya civatê hebû, lê ji ber ku YNK bi me re nebû, me di çend rojên borî de civîn nekir û me li ser gotina Serokwezîrê Îraqê paş xist.”

Serokê Partiya Siyadeyê li Kerkûkê Xalid Mefrecî di derheqa hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê, Cîgirê Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê de di konferanseke rojnamevanî de got, “Me di danûstandinan de peywendî bi çi partiyekê re nebirîne ji ber ku Kerkûk bajarekî hemereng e û divê hemî alî tevlî pêkanîna hikûmeta xwecihî bibin.”

Xalid Mefrecî amaje jî da, “Me bi YNKê re danûstandin kirin, wan daxwaza postê parêzgerî kir, bi eynî awayî PDKê û Tirkmenan jî daxwaza wî postî kir.”

Navbirî tekez jî kir, “Hin daxwazî hebûn ku hejî wê yekê bûn axiftin li ser bê kirin.” Herwesa got, “Me li hev kir ku em di navbera xwe de arêşeyan çare bikin.”

Serokê Partiya Siyadeyê li Kerkûkê eşkere jî kir, “Bi rêya wî bereyê ku me bi PDK, Tirkmen û partiyên din re pêk anîbû, me piraniya civatê hebû, lê ji ber ku YNK bi me re nebû, me di çend rojên borî de civîn nekir û me li ser gotina Serokwezîrê Îraqê paş xist.”

Xalid Mefrecî ron jî kir, “Dema me piranî li civatê bi dest xist û me biryara civînê da, YNKê bi wê behaneyê ku divê ew civîn daxistî be red kir ku tevlî wê civînê bibe.”

Navbirî di derheqa civîna şevêdî ya li hotela Reşîdê de got, “Mixabin YNKê bi awayekî yekalî biryar da û danûstandin têk dan, li rojên dawiyê lihevkirin di navbera serkirdeyên Ereb de hebû û me biryar da ku em bi hev re biçin civînê.”

Fly Erbil Advertisment