Kompanyaya Derkim li Şirnexê li petrolê digere
Diyarbekir (K24) – Kompanyaya Derkim Polyurethane dê di nav sînorên navçeya Basa ya Şirnexê de, bi vekirina bîrekê xebatên lêgerîn, derxistin û depokirina petrolê bike.
Li gorî agahiyan, ji aliyê Derkim Poliüretan Sanayi ve Ticaret A.Ş. ve ku yek ji kompanyayên Lineer Groupe ye, li herêma Gundê Zivingê Hacialiyan ya ser bi navçeya Basa ya Şirnexê ye, xebatên lêgerîn, derxistin û depokirina petrolê tê plankirin.
Di çarçoveya projeya ku bihayê wê nêzî 10 milyon lîre ye, wê li cihekî li ser erdê Xezîneyê bîreke bi navê Çetînkaya-1 bê vekirin. Di lêkolînê de dê hebûna rezervên nefta xav li zeviyê û mîqdara ku hebe, diyar bike. Piştî çalakiya keşfê wê dest bi hilberîn û hilanîn bike. Li gorî dîtinên çavdêriyê yên ku berê li zeviyan hatine kirin, tê pêşbînîkirin ku ger hilberîn dest pê bike dê rojane nêzîkê 80 ton berhem were çêkirin.
Beriya her tiştî wêneyên esmanî û bejayî yên qada sondaja neftê tên kişandin û avahiya erdê tê lêkolînkirin. Nimûneyên keviran ên ji erd û binê erdê hatine girtin bi alîkariya tîrêjên rontgenê bi kîmyewî tên analîzkirin û pêkhatina wan tê diyarkirin. Dûv re, amûrên erdhejê yên wekî sîsmograf ji bo destnîşankirina tevgerên erdê têne bikar anîn, û tevgerên erdê bi gelemperî bi dînamîtên teqandinê têne destnîşankirin. Heger rezervgehek were dîtin, berî sondajê mîqdara nefta bîrê tê pîvandin û heke nefta ku tê dîtin nikaribe mesrefê bigire, bîr tê terikandin.