Dergehê Ebû Zendîn di navbera navçeyên rêjîm û opozîsyona Sûriyeyê de hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dergehê Ebû El-Zendîn a li gundewarê Helebê, bi fermî di navbera navçeyên rêjîm û opozîsyona Sûriyeyê de hat vekirin.
Dergehê Ebû Zindên yê li bakurê Helebê ku li nêzîkî bajarokê Babê dikeve, piştî 4 salan ji girtina wê, duhî 18ê Tebaxê hatiye vekirin.
Dergeha ku ev çend sal in girtî ye, diviyabû di dawiya meha borî de bihata vekirin, lê xwepêşandanên xelkê û redkirina hin aliyan, rê li wê yekê girt. Lê aliyê Tirkiyê roja pêncşema borî di civînekê de ligel nûnerên aliyên opozisyona Sûriyê, li ser vekirina dergehê ji nû ve li hev kiribûn.
Vekirina vî dergehê bi lihevkirineke Rûsî -Tirkî bû, ku weke gaveke xweşkirina rê li pêş asayîkirina peywendiyên Şam û Enqereyê tê dîtin.
Di roja vekirina dergehê de, xwepêşandan hatin kirin, herweha çend e topek jî li derdora dergehê ket, lê ew yek nebû rêgir ku dergeh neyê vekirin.
Rojnameya “Watan” ya nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê belav kir, dibe piştî vekirina vî dergehê, rêya M4 ya navdewletî di navbera Lazqiye û Helebê de were vekirin ku dê rê ji sînorê Tirkiyeyê li bakur û heta sînorê Urdinê li başûr jî vekirî be.
Ji bilî dergeha Ebû Zindên, hin dergehên din jî hene di navebra navçeyên hikûmet û opozîsyonê de, weke Mîznaz li rojavayê Heleb û dergeha Tirnibê li nêzîkî Seraqipê li rojhelatê Idlibê, lê giringtirîn dergehê bazirganiyê, Ebû Zindên e ku ji sala 2017 ve di destê opozîsyonê de ye.