Sûdanî û Parêzgerê Neynawayê danûstandinan li ser rewşa Neynawa û Şingalê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê û Parêzgerê Neynawayê dicivin û danûstandinan li ser rewşa giştî ya parêzgeha Neynawayê û bicihanîna pirojeyên xizmetkarî û aborî û avedankirina Şingalê dikin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Çarşem, 21.08.2024) li nivîsîngeha xwe li Bexdayê pêşwaziya Parêzgerê Neynawayê Ebdulqadir Ehmed Dexîl kir.
Li dû ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, her du aliyan danûstandin li ser rewşa giştî ya parêzgeha Neynawayê û bicihanîna pirojeyên xizmetkarî û aborî yên wî wê parêzgehê kirin.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê amaje jî da, “Di wê civînê de tekez li ser gehandin û pêşkêşkirina xizmetkariyên giştî wekî nexweşxane û dibistan û pirojeyên avê û rêyan hat kirin.”
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê herwesa eşkere kir, “Her du aliyan behsa avedankirina Şingalê û deşta Neynawayê û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên wê parêzgehê de kir.”