Karsazên Diyarbekirê dixwazin vîze di navbera Iraq û Tirkiyeyê were rakirin

Diyarbekir (K24) – Karsazên Bakurê Kurdistanê rêkeftina vîzeyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de erênî dibînin û dibêjin ew hêvî dikin ku vîze bi temamî were rakirin ji ber ku li Herêma Kurdistan û tevahiya Iraqê 2 hezar kompaniyên Tirkiyeyê hene, li tevahiya Tirkiyeyê jî 3 hezar kompaniyên Iraqê hene. Karsaz dibêjin ew dixwazin Tirkiye bi teybetî bi Herêma Kurdistanê re her alî de têkiliyên xwe bipêş bixe.

Di çarçoveya rêkeftina vîzeyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji bo  beşek kesên ji Herêma Kurdistan û tevahiya Iraqê werin Tirkiyeyê vîze nayê xwestin. Dê ji kesên temenê wan bin 15 re ye û ser 50 re ne, Tirkiye vîzeyê nexwaze. Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê derbarê vê mjarê de bi salan bu bang dikir ku vîze bi temamî were rakirin, hat amajekirin ku rêkeftina vîzeyê gavek erênî ye û divê piştgiriya wê rêkeftinê were kirin da ku bi xwe re gavên baştir jî bîne.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Nêrînek heye ku hemû alî qebûl dikin, ew jî ew e ku welatek bi cîranên xwe re di asta herî bilind de nekaribe bazirganiyê bike, ew welat nabe welatek pêşketî, divê vîze bi temamî rabe, ji ber ku navbera aliyan de çand û zimanê hevpar heye, ji ber ku li Herêma Kurdistan û tevahiya Iraqê 2 hezar kompaniyên Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê jî 3 hezar kompaniyên Iraqê hene.”

Karsazên Bakurê Kurdistanê jî balê dikêşin ku rêkeftina vîzeyê hêviyek nava karsazan de jî derxistiye holê û karsazên bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re bazirganiyê dikin dibêjin dema ku vîze bi temamî were rakirin dê ev yek di serdemek ku qeyrana aboriyê heye de bo Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê bibe deriyek çareseriyê.

Karsaz Îhsan Ûgûrlû dibêje: “Gavek baş e, bi salane me digot ku ji bo pêşketina bazirganiyê divê vîze bi temamî were rakirin, dema vîze rabe dê di hemu qadan de sudê bide herdu aliyan jî. Ez pêşbînî dikim ku dê di rojên pêş de gavên nu jî yên erênî werin avêtin.”

Karsazên Bakur dibêjin divê vîze bi temamî were rakirin, dema bi temamî rabe jî dê sudê bide tendirustî, geştiyarî û bazirganiyê jî, karsaz dibêjin divê rakirina vîzeyê nebe mercê polîtîkayên ewlekariyê.