Akrê.. çend piroje hatin vekirin û berê binyatî ji çendên din re hat danan
Navenda Nûçeyan (K24) - Li qezaya Akrê, bi gojimê zêdetirî neh milyar û 371 milyon dînaran, çend piroje hatin vekirin û berê binyatî ji çend pirojeyên din re hat danan.
Parêzgeha Dihokê îro (Pêncşem, 22.08.2024) parve kir, “Parêzgerê Dihokê Elî Teter bi hevaltiya Berpirsê Liqa Nehê ya PDKê Merdan Xidir û Qayimqamê Akrê Dilawer Bozo çend piroje vekirin û berê binyatî ji bo çend pirojeyên din re dana, wekî vekirina rêyên navxweyî yên navenda Girdesên û Bicêlê, herwesa vekirina rêya gundên Gundik û Şûş û Şermin bi dirêjahiya 11.3 kîlometran li Akrê, tevî rêya gundên Nihavam Sîtka, Çem Simaq û Dostanê bi dirêjahiya 3.2 kîlometran li qayimqamiya Girdesênê.
Herwesa rêya gundên Şerefûna, Qesrok, Îstiryan û Kengulê li Bicêlê bi dirêjahiya 10 kîlometran hatin çakkirin û qîrkirin.
Paştir berên binyatî ji bo çakkirin û nûjenkirina rêya gundên Kurtka Mezin û Kevinê bi dirêjahiya 5.5 kîlometran û bingeha çakkirina rêya gundên Şirta û Avdewlka bi dirêjahiya 5 kîlometran hatin danan.
Herwesa berê binyatî ji bo çêkirina pirojeyekî avê û dabînkirina kilorî ji bo gundê Bakirmanê û navenda Akrê û gundê Dûdê Jêrî û Sergelê li Dînarteyê û gundê Îsmawa li Girdesênê û gundê Sanesûrê li Bicêlê hat danan, zêdebarî danana berê binyatî ji bo danana tora avê ya Sûsina li Akrê û çêkirina 15 pirojeyên din ên biçûk û navincî ji bo dabînkirina avê li Akrê.
Parêzgeha Dihokê ragehand, pirojeya qîrkirina rêya serekî ku diçe nav erdê malbatên serbilind ên şehîdên şerê dijî DAIŞê, ku dikeve jêriya rojavayê navenda Akrê, bi dirêjahiya 3.6 kîlometran.
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Tevaya wan pirojeyan li ser budceya parêzgeha Dihokê bi neh milyar û 371 milyon dînaran tên bicihanîn.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter di çarçoveya merasîmên danana berên binyatî û vekirina wan pirojeyan de eşkere kir, “Li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ew piroje dikevin xizmeta xelkê Kurdistanê, xasma jî ew pirojeyên ku rasterast girêdayî jiyana rojane ya welatiyan in.”
Elî Teter herwesa ragehand, “Di dema çar salên borî yên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi zêdetirî 100 milyar dînaran gelek piroje li qezaya Akrê hatine bicihanîn.” Amaje jî da, “Arêşeya nebûna pereyê nextîne hat çarekirin û divê belênder bi lez dest bi pirojeyên xwe bikin, ji bo ku bi zûtirîn dem ew piroje bikevin xizmeta welatiyan.”