Şaxewan Ebdula: Xalên raporta Wezareta Darayî ya Îraqê bo paşxistina mûçeyan bihaneyên bêbingeh in

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne ku, bi Serokwezîrê Îraqê re danûstandin kirine û nîgeraniya xwe û xelkê Kurdistanê jê re diyar kiriye, ku her carekê bi bihaneyekê mûçeyên fermanberên Kurdistanê tên paşxistin û sedema serekî ya mijarê jî Wezîra Darayî ya Îraqê ye û divê ew rewş bê çarekirin.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Pêncşem, 22.08.2024) parve kir û amaje da ku, li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi Serokwezîr û Wezîra Darayî ya Îraqê re danûstandin kirine.
Di wê ragehandinê de hatiye, piştî ku raporta Wezareta Darayî ya Îraqê gehişt destê wî ku heft xal tê de hene û qaşo wekî bihane ji bo paşxistina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê tên bikaranîn, ew xal ji bilî bihaneyên bêbingeh pişta xwe bi çi tekistên qanûnî û ketwarî nebestiye.
Şaxewan Ebdula herwesa got, “Her li ser wê mijarê min duhî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re danûstandin kirin û min nîngeraniya xwe û xelkê Kurdistanê jê re diyar kir, ku her carekê bi bihaneyekê mûçeyên fermanberên Kurdistanê tên paşxistin û sedema serekî ya mijarê jî Wezîra Darayî ya Îraqê ye û divê ew rewş bê çarekirin.”
Navbirî amaje jî da, “Min behsa nimûneya her du xalên 4 û 5ê yên raporta Wezareta Darayî bi serokwezîrê Îraqê re behs kirin ku naverokê wan dibêje: Nabe Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên wan fermanber û mamostayên li Kerkûk û Xaneqînê bide û divê navên wan bi bên jêbirin.” Herwesa got, “Min got ku ew her ew mamosta û fermanber in ên ku ev çend sal in em bizavê dikin ew ji bo ser Hikûmeta Îraqê bên veguhastin û wî wezîrî bi xwe û yên pêştir jî rê li li wê piroseyê girtiye, niha li şûna veguhastina wan Wezîra Darayî daxwaz kiriye ku mûçeyên wan bên rawestandin. Xalên din jî her bi wî awayî çi bingeh nînin ji bilî siyaseta dijatîkirin û birsîkirina xelkê Kurdistanê.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Serokwezîrê Îraqê bi spasî ve got ku haydarî wê yekê nebûye û li ser daxwaza wî Wezîra Darayî ya Îraqê piştî seetekê peywendî bi min kir. Min ji wê re jî got ya ku tê kirin neheqî ye û berivajî destûrî ye û diçe di xana cudakariyê de, herwesa berivajî biryara Dadgeha Federalî û qanûna budceyê ye.”
Şaxewan Ebdula herwesa got, “Wezîra Darayî ya Îraqê hin bihane anîn ku ew şaşîtiya fermanberên Kerkûkê tê çarekirina û pareke wê jî Dîwana Çavdêriya Darayî jê berpirsyar e û em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo çarekirina wan li ser xetê ne.”
Navbirî eşkere jî kir ku, heftiya bê daxwaziyekê arasteyî Serokkomar, wezîrên Kurd li Bexdayê û tevaya firaksiyonên Kurdistanî dike ku li ser pirse û ragehandina helwestekê di wî warî de bicivin.