Tirkiye meşq û rahênanan bi artêşa Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Tikriyeyê li bingeha serbazî ya Başîkê meşq û rahênanên girêdayî rûbirûbûna terorê bi artêşa Îraqê dike.
Çavkaniyên nav Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku, piştî îmzakirina yadaştnameya hevfêmkirina ewlehiyê ya navbera Tirkiye û Îraqê, artêşa Tirkiyeyê li bingeha serbazî ya Başîkê meşq û rahênanên girêdayî rûbirûbûna terorê bi artêşa Îraqê dike.
Çavkaniyan tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, armanca îmzakirina yadaştnameya hevfêmkirinê bi Îraqê re nehêlana tevaya gefên rêkxistinên teroristî û rêkxistinên qedexekirî li ser serwerî û ewlehiya her du welatan e.
Çavkaniyan eşkere jî kir, navenda hevahengiya ewlehiyê ya hevpar li Bexdayê tê pêkanîn û ji aliyê du efserên bilind ên serbazî yên Îraq û Tirkiyey ve tê birêvebirin.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên li roja 14.08.2024ê bi serokatiya Lijneya Bilind a Ewlehiyê gehişt Enqereyê, bi merema tevlîbûna di gera çarê ya civîna lijneya ewlehiyê ya di navbera her du welatan de.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên li roja 15.08.2024ê jî di çarçoveya konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re got, “Ez gelek dilxweş im ku em piştî danûstandinên bi Wezîrê Derve û berpirsyarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê re gehiştin lihevkirinê ku, artêşa Tirkiyeyê li bingeha Başîkê ya serbazî meşq û rahênanên taybet bi artêşa Îraqê bike.”