Li Wan û Mereşê 2 erdhej rû dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Wanê bi hêza 3.8 û li navçeya Goksunê ya Mereşê jî bi hêza 4.0 erdhej rû dan.
Reweberîya AFADê ragihand, duhî demjimêr 16:46 li Wanê bi hêza 3.8 pileyan erdhêjek rû da û kûrahiya wê 5 kilometreya hat pîvan.
Herwiha AFADê di daxuyaniyeke din de got, duhî demjimêr 14:59 li navçeya Goksynê ya Mereşê bi hêza 4.0 pileyan erdhêjeke din rû da û kûrahiya wê 7.05 kilometreya hat pîvan.
Li gorî lêkolînên ku piştî erdhejê hatine kirin, di encama wan her du erdhejan de rewşeke neyînî derneketiye holê.