UNITADê beşa duyem a belge û lêkolîna tawanên DAIŞê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî got, UNITAD 11.9 GB agahî û lêkolîn li ser rêkarên yasayî yên dadgehkirina tawankarên DAIŞê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Dîndar Zêbarî îro 25ê Tebaxê pêşwazî li Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Giştî yê NY û Seroka tîma Neteweyên Yekbûyî ya lêkolîna tawanên li dijî DAIŞê (UNITAD) bi wekalet Anna Perolopis û tîma pê re kir.
Di civînê de behsa dawîn pêngavên cîbicîkirina biryara 2697 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, bidawîhatina erkê UNITAD li Iraqê û radestkirina belgeyên tawanên DAIŞê ji bo dezgehên pêwendîdar li Herêmê hat kirin.
Zêbarî derbarê civînê de got: “Bi hevrêziya UNITADê re, ji bo cîbicîkirina biryara 2697 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, me belge û zanyariyên ku ji aliyê tîma UNITAD ve hatine parvekirin, radestî wan kir. Beşa duyem ji belge û lêkolînan îro radestî aliyên peywendîdar hat kirin, ku tê de (11.9) gigabayt agahî û lêkolîn li ser rêkarên yasayî ji bo dadgehkirina tawanbarên tawanên navdewletî (tawanên cengê, tawanên dijî mirovatiyê û jenosîd) ên derheqê kurdên Êzidî û pêkhateyên din hebûn.
Herwiha zêbarê spasiya şanda mîhvan kir ji bo piştevaniya teknîkî bo aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, ji bo bikaranîna alavên pêşketî bo dîjîtalkirina belgeyan di proseyê de, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di paşerojê de ji bo berdewamiya proseyê, bikar bîne.
Ji aliyê xwe ve, Anna Perolopis got: “Roja Pêncşemê 11.07.2024an, di qonaxa yekem de, UNITADê (45,95) GB belge û zanyariyên bi şîfre û ewlekarî bi rêya Ofîsa Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hevahengiya ligel UNITADê berdewam be û piştî bidawîhatina erkê UNITADê, dê hevahengî bi beşdariya welatên sêyem berdewam be.