Guhdar Şêxo: Zaxo bûye mînaka avedanî û paqijiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kevirê bingehîn ê pirojeyeke xizmetguzariyê danî û got, bajarê wan bûye mînaka avedanî û paqijiyê.
Li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di bin çavdêriya Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, Kevirê bingehîn ê qonaxa sêyem a dirustkirina hejmarek kolanên bajêr hat danîn.
Ev proje, heft milyar dînar jê re hatiye terxankirin û ji aliyê Cavin Group ve tê cîbicîkirin. Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî bang li welatiyên herêmê kir ku di cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê de hevkariya wan bikin.
Guhdar Şêxo got: “Karwanê avedanî û xizmetguzariyê li Zaxoyê berdewam dibe. Niha Zaxo bûye mînaka avedanî û paqijiya Herêma Kurdistanê, lewra daxwaz ji welatiyên xwe dikim ku vê paqijiyê biparêzin û di cîbicîkirina projeyan de alîkariya me bikin.”
Ev yek di demekê de ye, tenê ji sedî 19ê cadeyên Zaxoyê bê qîr mane û biryar e heta dawiya salê bên qîrkirin.