Sikirtêrê Giştî yê OPECê li Bexdayê behsa çarenivîsa petrolê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê OPECê Heysem Xeys di serdaneke xwe ya ji bo Bexdayê de behsa pêşkeftina bazara petrolê ya cîhanî dike.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Asim Cîhad got, “Ev serdan di çarçoveya peywendiyên dualî de ye, li ser pêşkeftina bazara petrolê, ji bilî bihêzkirin û berfirehkirina asoya alîkariyê li rêkxistina welatên hinardekar ên petrolê li OPEC û OPEC Plusê.” Cîhad amaje jî da, Xeys bi Wezîrê Petrolê û hejmareke berpirsên din ên Îraqê re dicive.
Pêştir OPECê ragehandibû, “Îraqê pilanek ji bo qerebûkirina zêdehiya berhemanîna petrolê li nîva yekê ya îsal pêşkêş kiriye, ji ber ku pilana qerebûkirinê ji meha Tebaxê heta dawiya îsal dest pê dike, ku qerebûya yek milyon û 400 hezar bermîlên zêdehiya petrola berhemînayî ya Îraqê dike.”
Hikûmeta Îraqê bi rêya Wezareta Petrolê bizav kiriye pabendbûnên xwe bi biryara OPECê li şûna berhemanîna petrolê biparêze, di wê çarçoveyê de jî li dû wê lihevkirina bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kiriye, rêjeya berhemanîna petrolê li zeviyên petrolê yên Îraqê kêm kiriye ji bo ku li gel berhemê petrola Herêma Kurdistanê rojane ji çar milyon bermîlan derbaz nebe.