Gojimek ji bo bicihanîna pênc pirojeyên xizmetkariyan li Ranyayê tê xerckirin

Ranya
Ranya

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Şaredarî û Geşyariyê eşkere dike, gojimê pêdivî ji bo bicihanîna çend pirojeyên xizmetkariyan li sinorê Şaredariya Ranyayê tê dabîn kirine.

Wezareta Şaredarî û Geşyariyê îro (Çarşem, 28.08.2024) di çend fermanên wezarî de razîbûna xwe li ser xerckirina gojimê pêdivî ji bo pênc pirojeyên xizmetkariyan li sinorê Şaredariya Ranyayê diyar kir.

Wezareta Şaredarî û Geşyariyê radigehîne, “Gojimê wan pirojeyan li ser rêjeya 100% ya firotina erdê ruknî yê Şaredariya Ranyayê ye û bi merema rêsaziya qîrkirinê û konkirît û warên din ên şaredariyê li dû rênimayên darayî yên girêdayî dahatê hatine xerckirin.”

Wezareta Şaredarî zêdetir jî ron kir, “Bi awayekî ku 63 milyon û 602 hezar dînar ji bo pirojeya dabînkirina çespandina nîşanên bilind ên nîşander, herwesa 99 milyon û 502 hezar dînar ji bo pirojeyê rêsaziyê li çend kolanên taxa Ronakiyê ya Ranyayê, tevî 90 milyon û 450 hezar dînaran ji bo pirojeya konkirîtkirina çend kolanên taxa Rizgariyê li navenda qezaya Ranyayê.”

Wezareta navbirî herwesa got, “Gojimê 99 milyon û 220 hezar dînaran ji bo pirojeya rêsaziyê li çend kolanên taxa Şaredariyê ya Ranyayê û 99 milyon û 390 hezar dînaran ji bo pirojeya rêsaziyê li çend kolanên taxa Aştiyê ya Ranyayê jî hatine terxankirin.”