SOHR: Îsraîlê ji 7ê Cotmehê ve 288 kes li Sûriyeyê kuştine

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê li Xezzeyê ve, Îsraîlê 106 êrîş li ser Sûriyeyê pêk anîne ku tê de zêdetirî 480 kesan hatine kuştin û birîndarkirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) velav kir, ji destpêka şerê li ser Xezzayê di 7ê Cotmeha sala borî de, Îsraîlê êrîşên xwe li ser xaka Sûriyeyê bi rêya êrîşên asmanî û bejayî, armanckirina cih, avahî û otomobîlên girêdayî milîsên ser bi Îranê ve û Hizbullaha Libnanî, zêde kirine.
Diyar kir jî, di nava êrîşan de cih, embar, û bargehên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê jî hebûn ku û di encamê de kuştî û birîndar ketin di nav leşker û sivîlan de hebûn, ji bilî wêrankirina cihên armanckirî.
Li gorî SOHRê, ji 7ê Cotmehê ve, Îsraîlê 106 caran xaka Sûriyê kiriye armanc, 73 ji wan êrîşên esmanî û 33 êrîşên bejayî bûne. Di encama van êrîşan de, nêzîkî 207 cih hatin wêrankirin.
Diyar kir jî, van êrîşan de 265 çekdarên milîsan û leşkerên Sûrî hatine kuştin û 158 çekdar û leşker jî birîndar bûne.
Herwiha, 23 welatiyên sivîl ku di nav wan de 2 zarok û 4 jin hebûn di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin û nêzîkî 36 kesan jî birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan êrîşên li ser xak û welatiyên Sûriyeyê şermezar kir û di heman demê de banga derxistan milîsên ser bi Îranê ve ji wî welatî kir.