Urdin dixwaze petate û birincê kurdî hawerde bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kar ji bo hinardekirina 10 hezar ton petate û bi sedan ton birinc ji Herêma Kurdistanê bo Urdinê tê kirin.

Xwediyê Kompanyaya (K. H) ya veberhênan û hinardekirina petateyan, Beşar Muşîr ji K24ê re ragihand, Urdin dixwaze petate û birinc ji Herêma Kurdistanê hawerde bike û ji bo vê yekê jî çend gav avêtine.

Li gorî gotina xwediyê Kompanyaya K.H, petateyên cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo taqîgehên zanistî yên Urdinê hatine birin û ji aliyê kalîteyê ve hatine testkirin.

Beşar Muşîr got, eger berpirsên Wezareta Çandiniyên ya Urdinê kalîteya petateyên Herêma Kurdistanê pesend bikin, dê di du qonaxan de 10 hezar ton petate bo wî welatî werin hinardekirin.

Îsal 5 hezar ton petate bo Îmaratê û 600 ton jî ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine hinardekirin. Tê payîn ku bi dehhezaran ton petate ji Îmarat, Sûriye û welatên din ên Kendavê re jî bên hinardekirin.

Bi gotina Beşar Muşîr, berpirsên Wezareta Çandiniyê ya Urdinê ji birinca Herêma Kurdistanê bi taybetî birinca herêma Akrê gelekî sersam in û dixwazin vê berhemê jî hawerde bikin.

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sala 2023an de berhemanîna birinc gihîşt 17 hezar û 428 ton, ji vê komê jî 23 hezar ton hat hinardekirin.

Fly Erbil Advertisment