Li 3 taxên navçeya Pîranê qedexe hat ragihandin

Diyarbekir (K24) – Li 3 taxên navçeya Pîranê ya Diyarbekirê di navbera 3 û 17'ê Îlonê de ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" hatin ragihandin û qedexe hat ragihandin.

Parezgeriya Diyarbekirê bi daxuyanîyekê de qedexe eşkere kir û got: “Ji bo ewlekariya netewî, nîzama giştî û refaha gel, pêşîgirtina li sûc û parastina maf û azadiya kesên din, herêma Çiyayê Goresê ya Kurşunluduzu ya di nav sînorên taxên Kayî, Kirkpinar û Kurşunlu yên navçeya Pîranê ya Diyarbekirê, wê ji aliyê Walîtiya Diyarbekirê ve di navbera 3'ê Îlona 2024 û 17'ê Îlona 2024'an de, ji bo 15 rojan 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' hat ragihandin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Welatiyên me ji bo ewlehiya can û mal di navbera van rojan de bêyî destûr ketina qada navborî qedexe ye. Li gorî xala 66'an a Qanûna Birêveberiya Parêzgehê ya bi hejmara 5442'an derbarê kesên ku qedexeyê bicih neanîne de, dê bên cezakirin.”

Fly Erbil Advertisment