Di êrîşên rêjîma Sûriyeyê de 13 sivîl li gundekî Helebê birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bombebarana 10 dronên rêjîma Sûriyeyê de, 13 sivîl li gundê Kefr Noran ê rojavayê Helebê birîndar bûn ku di nav wan de zarok jî hene.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan elav kir, rêjîma Sûriyeyê îro 2ê Îlonê bi 10 dronan gundê Kefr Noran ê rojavayê Helebê ê li herêma (Putîn – Erdogan) bombebaran kir.
Diyar kir jî, di encama bombebaranê de, 13 sivîlan, di nav wan de zarok hebûn birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî yên mezin gihîş mal û milkên sivîlan.
Rewangehê amaje bi wê jî kir, di dema êrîşê de, firokeyên rûçavdêriyê yên Rûsyayê jî li asmanê deverê difiriyan.
Li gorî Rewangehê, ji destpêka îsal ve 133 sivîl di êrişên cuda yên artêşa Sûriyeyê de li navçeyên agirbestê, li herêma (Putîn – Erdogan) ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê hatine kuştin.
Herêma “kêmkirina Rageşiyê” ku bi navê herêma “Putîn-Erdogan” tê naskirin, çiyayên bakurê rojhilatê Lazqiye, bakurê rojavayê Helebê, bakurê Hema û Idlibê lixwe digire. Sînorên vê herêmê di Îlona 2017an de, di gera şeşemîn a pêvajoya Astanayê de hatibûn xêzkirin.
Di hevdîtina serokên Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a di 5ê Adara 2020an de jî, agirbest li Idlibê hatiye ragihandin.
Lê ev rêkeftin tenê li ser rûpelan maye, ji ber ku rojane şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û milîsên ser bi wê ve ji aliyekî ve û çekdarên opozîsyonê ji aliyekî din ve li herêma “kêmkirina Rageşiyê” derdikevin, di encamê de jî ziyanên canî û madî yên giran jê derdikevin.