Konsulê Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Kurdistanê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê tekezê li ser hilbijartinan bi awayekî şaristanî û demokrasî ji bo Perlemana Kurdistanê dikin. Konsulê Brîtanyayê herwesa piştevaniya welatê xwe ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tekez dike.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Duşem, 02.09.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Disley û şanda pê re kir.

Li dû ragehandina parêzgeha Dihokê, Parêzgerê Dihokê Elî Teter û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Disley ji aliyê ewlehî û avedanî û pêkvejiyana pêkhate û netewe û olan danûstandin li ser rewşa deverê kirin.

Di tewerekî din de jî, her du aliyan behsa piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û giringiya bicihanîna wê piroseyê kir ku piroseyeke şaristanî û demokrasî be, xasma li gel nêzîkbûna destpêkirina bangeşeya hilbijartinan.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê dilxweşiya xwe ji bo kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku, hilbijartin bi awayekî zelal û demokrasî û aram bên kirin, herwesa piştevaniya welatê xwe ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Kurdistanê tekez kir û hêvî kir ku hemî alî di hilbijartinan de serkeftî bin.

Parêzgerê Dihokê ji aliyê xwe ve tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dide. Herwesa got, “Kargêriya Parêzgeha Dihokê tevaya amadekariyan ji bo bangeşeya hilbijartinan kirine, ji bo ku bi awayekî azad û tena û demokrasî bê kirin û rûyekî şaristanî nîşa çavdêrên navxweyî û navdewletî bê dan.”

Fly Erbil Advertisment