Li Tirkiyeyê 30 milyon kes di bin asta hejariyê de ne
Stenbol (K24) – Hejarî û birçîbûn di van salên dawî de bûye qedera welatiyên Tirkiyeyê. Li gor amaran herî kêm 15 milyon welatî di bin asta birçîbûnê de, 30 milyon welatî jî di bin asta hejariyê de dijîn. Aborînas hişyarî didin ku sala bê dê xirabtir ji be ji îsal.
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (TÛRK-ÎŞ) lêkolîna xwe ya li ser asta hejariyê eşkere kir. Li gor ragihandina TÛRK-ÎŞê, bo malbateka çar kesî asta hejariyê gihiştiye 62 hezar lîre, anku zêdetir ji hezar û 800 dolar. Asta birçîbûnê jî bûye 19 hezar û 271 lîre û ev jî tê wê wateyê ku kesên mûçeya herî kêm werdigirin û piraniya xanenişînan di bin asta birçîbûnê de bijîn. Aborînas hişyarî didin ku di salên bê de welatiyên Tirkiyeyê dê hejartir bibin.
Aborînas Suleyman Karan ji K24ê re got: “Hikûmeta Tirkiyeyê di siyaseta xwe ya rûbirûbûna helawsanê de şikestin anî. Mihemed Şîmşek siyaseteka neoliberal a klasîk bi rê ve bir ji bo kêmkirina rêjeya helawsanê lê ew jî serneket. Bi vî awayî em dê digel helawsanê, tûşî pirsa rawestana aboriyê bibin. Di encamê de jî mixabin dê rewşa vî xelkî dê ji birçîbûnê jî xirabtir be.”
Welatiyên ku nikarin bi mûçeyek debara xwe bikin, neçar mane ji bilî karê xwe karekî din bikin. Hin welatî ew hin hinde bi gazind in ku, bi çavên rondik daxwaza çareseriyê ji hikûmeta xwe dikin.
Welatî: “Min di temenê xwe yê 68 salan de bihabûneka wiha nedît. Berê bi mûçeyeka xanenişiniyê çend kesan debara xwe dikir lê niha ez tenê me û nikarim debara xwe bikim. Yên xwedî zarok in dê çawa bikarin debara xw ebikin û zarokên xwe mezin bikin? Îro kîloya feqî bûye 70 û 80 lîre. Em dê çawa bikirin?”
Welatî: “Xelk ji bilî karê xwe karên zêde dikin û wisa dikarin debara xwe dikin eger na, debar nabe. Ji alîkî heqê kirê ji alîkî din xercên xwarin û vexwarinê ji alîkî din ve jî xwendina zarokan. Îro kîloya goştî bûye 800 lîre. Em nikarin ne goşt bikirin, ne şîr ne jî hêk. Kartona hêkan çûye 150 lîreyan.”
Meha borî bimilyonan kesên ku mûçeya herî kêm werdigrin çaverêbûn ku mûçeyên wan were zêdekirin lê hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta rûbirûbûna helawsanê ev daxwaz red kir û niha herî kêm 15 milyon kes di bin asta birçîbûnê de mane û ne helawsanê dadikeve, ne jî welatiyên Tirkiyeyê ji hejariyê xilas dibin.