Sibe Serokê Misirê serdana Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî zêdetirî deh salan ji nemana peywendiyan, Serokê Misirê serdana Tirkiyeyê dike. Li dû ragehandina Serokatiya Komara Tirkiyeyê jî, ew serdan ji bo serdana Erdogan ya Qahîreyê di Şibata îsal de bersivek e.
Serokatiya Komara Tirkiyeyê îro (Sêşem, 03.09.2024) di beyannameyekê de ragehand, “Sibe Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi serdaneke fermî serdana Tirkiyeyê dike.”
Serokatiya Komara Tirkiyeyê amaje jî da, “Ev serdan piştî zêdetirî deh salên nemana peywendiyên navbera her du welatan tê, herwesa ew ji bo serdana fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bersivek e, ku li nîva Şibata îsal serdana Misirê kiribû.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja 14.02.2024ê bi serdaneke fermî gehiştibû Qahîreya paytexta Misirê û ji aliyê Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ve pêşwaziya wî hatibû kirin.
Piştî ku gehiştibû Qahîreyê, Erdogan bi Sîsî re civiyabû û danûstandin li ser peywendiyên navbera her du welatan û rewşa Xezzeyê û çend pirsên din kiribûn.