Îraq hinardekirina petrolê kêm dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Petrolê ya Îraqê di ragehandinekê de kêmkirina hinardekirina petrolê ya rojane ragehand, ku biryara kêmkirinê pabendbûna Îraqê bi biryarên OPEC Plusê ye, û heta dawiya meha Mijdarê ya îsal berdewam dibe.
Wezareta Petrolê ya Îraqê amaje da, li ser bingeha pabendbûna Îraqê bi biryarên koma OPEC Plusê ji bo kêmkirina berhemanîna petrolê, herwesa li gel serdana vê dawiyê ya Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Welatên Hinardekar ên Petrolê bo Bexdayê, tekez dikin ku Îraq ji roja 27.08.2024ê ve hinardekirina petrolê ji bo 33 milyon bermîlan di rojekê de kêm kiriye, ji bilî kêmkirina bikaranîna navxweyî.
Wezareta navbirî herwesa eşkere jî kir, “Ev kêmkirin di mehên bê de berdewam dibe, ji bo piştrastbûnê ji wê yekê ku berhemanîn di pişka diyarkirî ya Rêkxistina OPEC Plusê de dibe.”
Wê çavkaniyê herwesa ron jî kir, “Hikûmeta Îraqê bi heft welatên din ên endam di OPEC Plusê de lihev kiriye, ji bo dirêjkirina zêdetir kêmkirinê bi 22 milyon bermîlan di her rojekê de heta dawiya meha Mijdarê ya îsal, bi şertekî vegerandina hêdî hêdî ya zêdekirina berhemanînê ji 01.12.2024ê heta Mijdara 2025ê dest pê bike, ev jî di çarçoveya hevsengî û seqamgiriyê de li sûka petrola xav a cîhanî dibe.