Li Mereşê erdhejek bi hêza 3.8 pilayan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) eşkere kir, li navçeya Bazarcixê ya Mereşê erdhejek bi hêza 3.8 pilayan pêk hatiye.

Ji alîye AFADê ve hat eşkerekirin, erdhej îro 7ê Îlonê demjimêr 09.02 pek hatiye û kûrahiya wê 6.26 kîlometre hatiye pîvandin.

Amaje bi wê jî kir, heta niha agahiyên ti zirarên giyanî an maddî nehatine wergirtin.

Fly Erbil Advertisment