22 dibistanên Efrînê yên di erdhejê de ziyan dîtibûn tên nûjenkirin
Efrîn (K24) – 22 dibistanên li bajarê Efrînê û gundewarê wê yên ji ber erdheja sibata borî ziyan dîtibûn ji aliyê rêxistinên Berevaniya Sivîl ve têne nûjenkirin.
Amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê li bajarê Efrînê û gundewarê wê tên û tîma Berevaniya Sivîl dibistanên ji erdheja sibatê ziyan dîtine nûjen dike.
Tevî ku 250 dibistanên bakurê rojavayê Sûriyeyê di erdhejê de ziyan dîtine û hin ji wan hilweşiyane, lê piroje bi tenê 22 dibistanan lixwe digire.
Endamê Berevaniya Sivîl Mewlûd Ismaîl ji K24ê re got: “Ji ber erdheja ku sala borî rû dabû, ziyaneke mezin gihîştibû dibistanên bakurê Sûriyeyê û bi taybetî yên Efrînê, niha û ji ber ku sala nû ya perwerdehiyê nêzîk bûye, em dibistanên ziyandîtî nûjen dikin, da ku xwendekar bikarbin vegerin xwendina xwe.”
Sala borî ji ber wêraniya dibistanan, hejmarek ji xwendekarên Efrînê û gundewarê wê ji xwendinê bêpar mabûn. Da ku îsal ew xwendekar rastî heman çarenivîsê neyên, dibistan û navendên xwendinê têne nûjenkirin.
Endamê Berevaniya Sivîl Mustefa Yûnis dibêje: “Armanca projeyê, kêmkirina bandora erdhejê û çêkirina jîngeheke saxlem ji xwendekaran re ye, da ku vegerin dibistanên xwe, ji ber ku perwerde paşeroja Sûriyan û Sûriyeyê ye.”
Di encama erdheja sibata 2023an de, 250 dibistanê bakûrê rojavayê Sûriyeyê ziyan gihiştibû wan, herwiha zêdeyî 400 xwendekar û mamosteyên wê navçeyê jî canê xwe jidest dabûn.