Komelgeha Dayikê li Soranê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komelgeha Dayikê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê ji aliyê Mela Mistefa Barzanî û Sîdad Barzanî ve hat vekirin.

Komelgeha Dayikê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê îro (Yekşem, 08.09.2024) ji aliyê Mela Mistefa Barzanî û Sîdad Barzanî ve hat vekirin, ku li ser hisaba Serok Barzanî hatiye avakirin.

Ev komelgeh girêdayî kesên xwedî pêdivîtî û lêqewimiyan dibe, ji şeş avahiyên girêdayî Peymangeha Nebînan, Peymangeha Nebihîstan, Senterê Otîzmê, Mala Bêsemiyanan, Mala Danemran û Mala Keltûrî pêk tê.

Xwedîtî û birêvebirina Komelgeha Dayikê ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî vedigere. Tevaya xizmetkariyên wê komelgehê bêberanber û li ser hisaba Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tên pêşkêşkirin.

Komelgeha Dayikê bi gojimê zêdetirî du milyar û 500 milyon dînaran li ser rûberê 11 hezar metrên ducarkî hatiye avakirin û li roja 04.04.2021ê dest bi çêkirina avahiyê wê hatiye kirin.