Wezareta Petrolê ya Îraqê nameyeke endamên Kongirêsê bo Biden red dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Petrolê ya Îraqê nameyeke endamên Kongirêsa Amerîkayê, ku arasteyî Serokê Amerîkayê kiriye û naveroka wê girêdayî alîkarîkirina Îranê ji aliyê Îraqê ve ji bo xwevedizîna ji sizayên li ser wê ye, red dike û nerast binav dike.
Wezareta Petrolê ya Îraqê îro (Yekşem, 08.09.2024) naverokê wê nameyê red kir a ku li roja 04ê vê mehê ji aliyê endamên Kongirêsê ve arasteyî Serokê Amerîkayê Joe Biden hatibû kirin, û tê de bi awayê rasterast û nerasterast çend aliyên Îraqî bi alîkarîkirina Îranê ji bo xwevedizîna ji sizayên li ser wê sepandî tometbar kirine.
Yek ji wan aliyên ku endamên Kongirêsê bi alîkarîkirina Îranê tometbar kirine Wezareta Petrolê ya Îraqê û kompaniya Somoyê û komên çekdaran in û amaje hatiye dan ku, “Petrola Îraqê ji bo berjewendiya Îranê bi kar aniye û artêşa Pasdaran qaçaxçîtiyê pê dike.”
Wezareta Petrolê ya Îraqê amaje jî da, “Ser û binên wan behsên di wê nameyê de hatine çi bingeheke rast nîne û tevaya wan tometên çêkirî ne.”
Joe Wilson, Frensh Hill, Michael Lawler, Michael Woltz û Keaven Hem ku endamên Komgiorêsa Amerîkayê ne, li roja 04.09.2024ê di nameyekê de ji Serokê Amerîkayê re axiftine û ragehandiye, “Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî li van nêzîkan serdana Amerîkayê dike, ev di demekê de ye ku raport amajeyê didin wê yekê ku ew wezîr û berpirsên din ên Îraqê tevlî xwevedizîna Îranê ji wan sizayan bûne yên ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser wê hatine sepandin.”