Bi 144 dronên bombekirî êrîşî ser Rûsyayê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê radigehîne, “Şevêdî bi 144 dronên bombekirî êrîşî ser welatê me hat kirin.”
Parêzgerê Derdora Moskoyê Andrew Vorobyov îro (Sêşem, 10.09.2024) ragehand, “Ji verêja êrîşeke dronî li ser devera Ramênskê ya Moskoyê, zirar gehiştiye avahiyekê akincîbûnê, ji ber ku agir berbûye qatên 11 û 12ê yên yek ji avahiyan û bûye sedema kuştina jineke 46 salî û birîndarbûna sê kesên din jî.”
Herwesa ji ber metirsiya wê êrîşê, geşt li balafirxaneyên Demedêdev, Vinokeve û Jukeveyê li Moskoya paytexta Rûsyayê hatine rawestandin û hatin û çûn li cadeya Kaşîrskoyê ya Moskoyê jî hatiye sinordarkirin.
Parêzgerê Korskê bi wekalet jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, 12 dron li sinorê wê parêzgehê hatine êxistin.
Li dû ragehandineke Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê, Hêza Bergiriya Asmanî ya welatê wan di yek şevê de 144 dronên Ukraynayê li deverên cuda cuda pûç kirine, di nav wan de jî 20 dronên Ukraynayê li sinorê parêzgeha Moskoyê hatine pûçkirin.