Mesrûr Barzanî: PDK teke hêviya Kurdistanê ye û serkeftina PDKê serkeftina her kurdistaniyekî welatparêz e
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê PDKê dibêje, “PDK take hêz bû hertim li sengerê pêşî ya parastina rûmet û kerameta gelê Kurdistanê û destkeftên netewî bûye, lewma bûye cihê baweriya piraniya gelê Kurdistanê.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 10ê Îlonê li gel hejmarek ji kadroyên PDKê li parêzgeha Hewlêrê civiya.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî got, PDK ji roja damezrandina xwe ve li ser destê rêberê me yê netewî Barzaniyê nemir de, partiya hemû çîn, civak û hemû navçeyên Kurdistanê bû û cihê şanaziyê ye ku îro PDK parêzvan û garantorê parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.
Mesrûr Barzanî daxwaz ji endam, kadro û alîgirên PDKê kir ku di ser asta mezinahî, giranî û pêgeha partiyê de bin û bibin nimûneyeke bilind a serbilindî û dilsoziyê û bi giyanekî Kurdistanî di xizmeta gelê Kurdistanê de bin.
Cîgirê Serokê PDK tekez kir, di dema qeyran û tengahiyan de, PDK take hêz bû hertim li sengerê pêşî ya parastina rûmet û kerameta gelê Kurdistanê û destkeftên netewî bûye, lewma bûye cihê baweriya piraniya gelê Kurdistanê.
Herwiha got: “Kurdistan di bin saya PDK’ê de, dê hê zêdetir pêş bikeve, vejîne bibe û geş dibe. Ji ber vê yekê, PDK tekane hêviya Kurdistanê ye û serkeftina PDK jî serkeftina her kurdistaniyekî welatparêz e.”