Li Hesekê agir bi dibistanekê ket: 11 koçber birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Agir bi dibistaneke bajarê Hesekê ket û 11 koçberên ku tê bûn birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî BO Mafên Mirovan belav kir, li dibistaneke li taxa Salhiyê ya Hesekê ku koçberên Serê Kaniyê lê diman, agir bi sopa gazê ket, di encamê de 11 koçber di nav wan de 6 zarok hebûn, birîndar bûn.
Da zanîn jî, sobeya gazê teqiya û di encamê de agir bi dibistanê ket û li piraniya qatên dibistanê belav bû.
Li gorî ku Rêveberê Nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Hesekê ji mediyaya xwcehî re daye zanîn, kesên gihiştin nexweşxaneyê, birînên wan sivik in.