Li Adara 2025ê qonaxa duyê ya Kornîşê Zaxoyê temam dibe

Kornîşê Zaxoyê
Kornîşê Zaxoyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Gitî yê Birêveberiya Geştyariyê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê radigehîne, “Karkirina li ser qonaxa duyê ya pirojeya Kornîşê Zaxoyê berdewam e û biryar e li meha Adarê ya sala bê ew piroje temam bibe.”

Birêveberê Gitî yê Birêveberiya Geştyariyê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Çiya Emîn îro (Pêncşem, 12.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Dîdara geştyarî ya ‘Visit Zaxo’yê bi awayekî biserkeftî bidawî hat.”

Çiya Emîn amaje jî da, “Ew dîdar li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê bi rê ve çû û zêdetirî 30 kompaniyên geştyarî yên Îraqê û 40 kompaniyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê tevlî wê bûn, herwesa danûstandin li ser pêşvebirina kertê geştyariyê li Zaxoyê û anîna hejmareke zêdetir a geştyaran ji bo wî sinorî hatin kirin.”

Navbirî di derheqa pirojeyên paşerojê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de ragehand, “Karkirina li ser qonaxa duyê ya pirojeya Kornîşê Zaxoyê berdewam e û biryar e li meha Adarê ya sala bê ew piroje temam bibe.”

Birêveberê Gitî yê Birêveberiya Geştyariyê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di derheqa pirojeya Qişla Zaxoyê de jî got, “Du mehên din ew piroje bidawî tê û dikeve xizmeta geştyarên navxwe û yên biyanî, herwesa li van nêzîkan her du pirojeyên geştyarî yên olî li sinorê nahyeya Rizgariyê ku girêdayî Kiristiyan û Êzidiyan in bidawî tên.”

Çiya Emîn di derheqax hatina geştyaran ji bo Zaxoyê de jî got, “Heta meha Hezîranê ya îsal, nêzî 500 hezar geştyaran serdana Zaxoyê kiriye. Em pêşbîniyê dikin ji bo îsal nêzî yek milyon û nîv heta du milyon geştyaran serdana deverên geştyarî yên sinorê Zaxoyê bikin.”

Dîdara geştyarî ya “Visit Zaxo”yê li roja 10ê vê mehê bi sponseriya medyayî ya K24ê hat destpêkirin û ji bo dema sê rojan berdewam bû.