Guterres daxwazê ji Waşintonê dike ku helwesteke tund li beranberî Israîlê werbigire

António Guterres 
António Guterres 

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî radigehîne ku, daxwaz ji Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê kiriye ku helwesteke tund li beranberî Israîlê werbigire.

Li dû nûçeyeke kanala Cezîreyê, Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres gotiye, “Me daxwaz ji Waşintonê kiriye ku helwesteke tund ji bo piştrastbûnê ji bidawîhatina şerî li beranberî Israîlê werbigire.”

António Guterres amaje jî daye, “Divê givaştin li ser Amerîkayê bên kirin, ji bo ku Israîlê ji bo rawestandina vî şerî pal bide.”

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî pêştir jî ragehandibû ku, Wîlayetên Yekgirtî pêşniyara çavdêrîkirina her agirbestekê li Xezzeyê kiriye û daxwaza bidawîanîna wî şerî kiriye.

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.

Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser başûrê Israîlê li roja 07.10.2023ê, artêşa Israîlê êrîşeke wêranker bo ser kertê Xezzeyê dest pê kir. Li dû amarên fermî yên kertê Tendirustiyê yê Filistînê, heta niha li kertê Xezzeyê zêdetirî 40 hezar kesan hatine kuştin û zêdetirî 93 hezar kesên din jî hatine birîndarkirin, ku 70% ji qurbaniyan jin û zarok in.