Li Dûbizê êrîşî artêşa Îraqê hat kirin, çar kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Li sinorê bajarkê Dûbizê li rojavayê Kerkûkê, di êrîşeke çekdarî de, du efserên artêşa Îraqê hatin kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.

Çavkaniyeke ewlehiyê îro (În, 13.09.2024ê) ji peyamnêrê K24ê re ragehand, “Serê sibeha îro li sinorê bajarkê Dûbizê li rojavayê Kerkûkê, di êrîşeke çekdarî de, du efserên artêşa Îraqê hatin kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.”

Wê çavkaniyê herwesa got, “Dema erebeyeke artêşa Îraqê di yek ji rêyên derveyê wî bajarkî re derbaz bû, êrîşeke çekdarî li ser wê hatiye kirin, û di encamê de du efserên artêşa Îraqê hatin kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.”

Çavkaniya Polîsan di derheqa bikerên wê kiryarê de ragehand, “Livînên DAIŞê li vî sinorî hene û pêştir jî êrîşên bi vî awayî hatine kirin, lewma goman jî li ser çekdarên DAIŞê ne.”

Fly Erbil Advertisment