Şandeke Wezareta Petrolê ya Îraqê bo destpêkirina hinardekirina petrolê serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezareta Petrolê ya Îraqê
Wezareta Petrolê ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê ragehand, “Şandeke Wezareta Petrolê ya Îraqê bi merema danûstandinên li ser xerciya berhemanîna petrolê ji aliyê kompaniyên petrolê ve û piroseya destpêkirina hinardekirina petrolê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Dr. Sebah Subhî ji K24ê re ragehand, “Piştî civîna her du civatên wezarî yên aborî yên Îraq û Herêma Kurdistanê ku li Hewlêrê hat kirin, biryar hat dan ku şandeke Wezareta Petrolê serdana Herêma Kurdistanê bike.”

Dr. Sebah Subhî herwesa got, “Armanca wê serdanê danûstandinên li ser xerciyên berhemanîna petrolê ji aliyê kompaniyan û piroseya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye, ku heta niha li navbera Hewlêr û Bexdayê arêşe li ser hene û negehiştine lihevkirinê.”

Navbirî amaje jî da, “Li dû lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê ku di pirojeqanûna budceyê de hatiye, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her roj 400 hezar bermîlên petrolê bide destê Bexdayê, lê ji bo wê yekê jî ku Hikûmeta Îraqê li beranberî destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê rêhgir e, divê Wezareta Petrolê ya Îraqê jî vê arêşeyê çare bike.”

Endamê Lijneya Petrol û Gazê eşkere jî kir, “Heta niha roja wê serdanê nehatiye diyarkirin û herwesa biryar e ew şanda Wezareta Petrolê ya Îraqê bi Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê re bicive.”