Mesrûr Barzanî: Avedankirina Kurdistanê bernameya me ya niha û paşerojê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmên danana berê binyatî ji bo bendava Dwînê de li sinorê parêzgeha Hewlêrê ragehand, “Cihê bendava Dwînê ji bo vegirtina avê gelek guncayî ye û pêdaçûn ji bo dîzayna wê pirojeyê hatiye kirin, bi awayekî ku bandor li ser şûnwarên dîrokî yên wê deverê nebe û hem jî bi rêjeyeke zêdetir avê vegire.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Min daxwaz kiriye ku Wezareta Şaredariyê û wezaretên din ên peywendîdar rêkarên pêdivî bi cih bînin, ji bo ku hemî ew avrêjên li derdora Şeqlawayê tên ser vî rûbarî bên parzinandin û çi avrêjek nekeve ser ava bendava Dwînê.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Min aliyên peywendîdar raspartine ku, li dû rênimayên şûnwarî, kela dîrokî ya Dwînê û çend şûnwarên din ên wê deverê nûjen bikin û rêyê li zêdetir herifîna wan bigirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Hemî ew cotyar tên qerebûkirin ên ku ji ber çêkirina bendava Dwînê pareke zeviyên wan dikeve bin avê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Bi temambûna karên çêkirina bendava Dwînê û nûjenkirina şûnwarên dîrokî, ev dever ji aliyê xwezayî û şûnwarî ve dibe yek ji giringitrîn navendên geştyariyê.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Bicihanîna vê pirojeyê bi kompaniyeke xwemalî hatiye raspartin, ku ezmûneke baş di warê çêkirina bendavan de peyda kiriye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan jî kir, “Pakijiya jîngehê biparêzin û bi hikûmetê re alîkar bin, ji bo ku xwezaya xweşik a Herêma Kurdistanê bikin cihek ku geştyaran ji hemî cîhanê ber bi Kurdistanê ve rabikêşin.”
