Li Ezazê xwepêşandan li dijî Tirkiyeyê derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ezazê bi dehan welatiyên sivîl li dijî Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve derketin xwepêşandanê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bi dehan welatiyên bajarê Azazê û gundewarên wê li navenda bajêr xwepêşandanek li dijî kiryarên Tirkiyeyê û grûpên çekdar kirin û dirûşmên “Sûriye azad e, Tirkiye derkeve” bilind kirin.
Roja 15ê vê mehê jî jinên gundê Kaxirê yê Efrînê li dijî kiryarên grûpa Silêman Şah (Emşat) yên ferzkirina bacan, revandina xortan û destdanîna ser mal û milên gundiyan derketin xwepêşandekê, lê çekdarên Emşatê guleyan li xwepêşandanê reşandin û di encamê de hejmarek jin birîndar bûn.
Çend roj in xelkê herêmên ku di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, derdikevin bi xwepêşandana nerazêbûna xwe li dijî nêzîkbûna rêjîma Sûriyê û Tirkiyeyê ya bi sponseriya Rûsyayê nîşan didin.
Roja Înê jî bi dehan ji niştecihên bajarê Babê derketin xwepêşandanekê, û vekirina deriyan di navbera navçeyên opozîsîyonê û herêmên di bin kontrola hêzên rejîmê de red kirin û tekezî li ser vekirina eniyên şer û rûxandina rejîmê kirin.