Parêzgerê Dihokê çend pirojeyên xizmetkariyan li parêzgeha Dihokê bi cih tîne

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê çend pirojeyên xizmetkariyan ji bo her du qezayên Dihok û Sêmêlê bi gund û komelgeh ve derbazî warê bicihanînê dike.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 17.09.2024) di çarçoveya bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo her du qezayên Sêmêl û Dihokê bi gund û komelgeh ve çend pirojeyên nû yên xizmetkariyan derbazî qonaxa bichînanê kirin.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di çarçoveya berdewamiya bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hejmareke pirojeyên nû yên xizmetkarî li sinorê her du qezayên Sêmêl û Dihokê bi gund û komelgeh ve, bi gojimê 11 milyar û 731 milyon dînaran, derbazî qonaxa bichînanê kirin.

Ev piroje ji çêkirin û qêrkirina cade û kolanan, çêkirina pirên piyade, avdêrî û çêkirin û rakêşana kehrebê pêk tên. Tê zanîn ku pirojeyên qezayên Amêdî, Akrê û Berdereşê jî dê di dû re bên ragehandin.