Mesrûr Barzanî: Devera Quştepeyê û xelkê wê hejî her xizmetekê ne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyameke Xê de radigehîne, “Devera Quştepeyê û xelkê niştîmanperwer ê vê deverê hejî her xizmetekê ne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 17.09.2024) peyamek li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kir û tê de amaje da, “Me îro berê binyatî ji bo pirojeya ava Quştepeyê dana, ku temamkera pirojeya hawarhatina bilez a ava Hewlêrê ye û arêşeya kêmaviyê li Quştepeyê ji bo 20 salên bên çare dike û ava binerd vedijîne.”