Wezîrê Tendirustiyê: Ji sedê 40 nexweşên kîmyayî wedigirin welatiyên derveyê Herêma Kurdistanê ne

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema sê salan de zêdetirî 285 milyar dînaran ji bo dermanên penceşêrê xerc kirine”

Saman Berzincî
Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 18.09.2024) li bajarê Hewlêrê berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê dana.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di nav merasîmên danana berê binyatî ji bo wê nexweşxaneyê de got, “Niha rewşa penceêrê li Herêma Kurdistanê li ser astê Îraqê bi standardên navdewletî diçe. Eger penceşêr li Herêma Kurdistanê yek keys jî be, em bi Hikmet werdigirin. Niha sedema wê nexweşiyê ji encamê verêja pîsbûna jîngehê û xwarinên xirab û netendirustî ye.”

Saman Berzincî amaje jî da, “Heta niha kesên tûşbûyî yên Herêma Kurdistanê di bin standarda navdewletî de ye, ku 15% ye û li cîhanê 19% ye.”

Navbirî herwesa ragehand, “Herêma Kurdistanê xwediya çend senterên penceşêrê ye. xizmetkariyên penceşêrê li ser dezgehên hikûmetê giran in, xasma li Herêma Kurdistanê ku 40% ya nexweşên wergirtina çareseriya kîmyayî welatiyên derveyê Herêma Kurdistanê ne, ku her roj ji bo çareseriya kîmyayî û pişkinîn û neştergeriyan qesta vê derê dikin.”

Wezîrê Tendirustiyê tekez jî kir, “250 cûnên dermanên penceşêrê tên bikaranîn, ku nêzî 120 cûnan çareseriyên kîmyayî yên gelek giran in. herwesa tevaya çareseriyên kîmyayî li kertê giştî û senteran û nexweşxaneyên penceşêrê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ku li kertê taybet çareseriyên kîmyayî gelek kêm tên pêşkêşkirin.”

Saman Berzincî eşkere jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye 90% ya tevaya çareseriyan li senteran bedrest bike, herwesa ji sala 2020ê heta dawiya 2023ê zêdetirî 285 milyar dînaran ji bo dermanên penceşêrê xxerc kirine. Li gel destpêkirina karî ya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, budceya taybet ji bo senterên penceşêrê li tevaya bajarên Herêma Kurdistanê hat dabînkirin.”

Ev nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li ser rûberê 19 hezar metrên çargoşeyî tê çêkirin û ji 150 qerewêleyan pêk tê. Di vê nexweşxaneyê de, pêşkeftîtirîn teknolojiya pizişkî tê dabînkirin û tevaya çareseriyên wekî kîmyoterapî, Skanên PET û CT û MRI, û çandina mejiyê hestiyan û wênegirtina kameraya Gama, û herwesa çend çareseriyên din ên tendirustiyê di bilindtirîn ast de bedrest dibin.

Fly Erbil Advertisment