Parêzgerê Dihokê: Divê hilbijartin li dû rênimayên Komisyonê bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê tekezê dike, “Divê hilbijartin li dû qanûn û rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bên kirin.”

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 18.09.2024) pêşwaziya şandeke Lijneya Serperiştiyê ya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li parêzgeha Dihokê kir.

Ew şand ji Endamê Civata Komisyonê û serokê wê lijneyê Dr. Fetah Mihemed Hisên, Sikirtêrê Giştî yê Kmisyonê di wê lijneyê de Elî Feysel Deham û Birêveberê Nivîsîngeha Dihokê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas pêk hatibû.

Li dû ragehandina Parêzgeha Dihokê, di wê civînê de danûstandin li ser amadekariyên bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û rêkarên ewlehî û kargêrî li sinorê wê parêzgehê ji bo biserxistina wê piroseya demokratî hatin kirin.

Wekî amaje pê hatiye dan, nûnerên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hêvî xwast ku, astê hevkarî û hevahengiya navbera îdareya parêzgehê û Nivîsîngeha Dihokê ya Komisyonê zêdetir bibe û bigehe astekî herî baş, wekî hilbijartinên salên borî ku bi awayekî birêkûpêk û dûrî navzirandinê helmeta bangeşeyê bi rê ve çû.