Parêzgarê Silêmaniyê: Emê jîngeheke libar ji bo hilbijartinan peyda bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê dibêje, ew hewl didin ji bo helmet û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jîngeheke libar peyda bikin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, ew di hilbijartinan de bi çavî li hemû alî û partiyan dinêrin û wan rênimayên taybet ji bo hilbijartinan derkirine.
Diyar kir jî: “Numayişkirina serbazî û komkirina hêzan li nêzîkî navendên dengdanê qedexe ye û nabe hêzên ewlekarî rêgiriyê li tevgera welatiyan di dema hilbijartinan de bikin.”
Heval Ebûbekir got: “Me weke rêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê ji her kesî re gotiye, em ê li hemberî hemû lîste, pêkhate û namzetan, bêalî bin. Her tişt ji bo me yek e. Em hewl didin jîngeheke libar ji bo hemû aliyan peyda bikin.”
Ameje bi wê kir jî: “Eger her kêmasiyek hebe, li gor yasayên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û li gorî yasayan, li dadgehan de, ew dikarin dozê vekin. Di heman demê de divê em rê nedin diyardeya şerê çekdarî û numayişkirina leşkerî û qerebalixiya wesayîtan ku tevgera welatiyan asteng bike.”