Mûsa Anter li Diyarbekirê ji aliyê siyasetmedar û nivîskaran ve hat bibîranîn

Musa Anter
Musa Anter

Diyarbekir (K24) – Mûsa Anter li Diyarbekirê li kuçeya ku lê hatî kuştin bi rêrismeke beşdariya siyasetmedar û nivîskaran hat bibîranîn. Di rêrismê de bal hate kêşan ku Mûsa Anter hîn jî bi pênûsa xwe rêya nifşên nû ronî dike û her wiha hat amajekirin ku ji ber ku kujer ji aliyê pergalê ve hatin parastin doza kuştina Mûsa Anter jî tariyê de ma.

32 sal ji ser kuştina Nivîskar û Rojnamegerê Kurd Mûsa Anter re derbas bûn. Mûsa Anter di 20ê Îlona 1992yê li navenda Diyarbekirê li taxa Seyrantepe rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de di temenê xwe yê 72yê de jiyana xwe ji dest da. Bi boneya bîranîna Mûsa Anter jî li kuçeya ku rastî êrîşê hatibû rêrismek hat li dar xistin. Beşdarên rêrismê amaje kirin ku Mûsa Anter ji bo kurdan xwedî cihek taybet e.

Rojnameger Huseyîn Akyol: “Mûsa Anter pênûsek xurt û hêja bû, em xwendekarên wî ne, 32 sal in em di rêya ku wî vekiriye de tekoşînê didomînin, Mûsa Anter di rojnamegeriya kurdî de û di rojnamegeriya azad de remzeke hêja û girîng e. Emê herdem şopînerên doza Apê Mûsa bin, em ti caran wî ji bîr nakin.”

Di rêrisma bîranînê de derbarê doza kuştina Mûsa Anter de jî hat amajekirin ku kujerên Mûsa Anter wekî gelek kujerên din ên kurdan hatin parastin û bi zanebûnî doz di tariyê de hat hiştin ku ew yek jî berdewamiya kevneşopiya sizanedana tawanên dijî kurdan e.

Parlementera Dem Partî ya Diyarbekirê Adalet Kaya: “Mûsa Anter Di vê erdnîgariyê de ji bo ku rastiyan derbixe holê tekoşînek gelek girîng dabû û êrîşa ku li dijî wî hatî kirin di heman demê de êrîşa li dijî rastiyê jî bû. Piştî kuştina wî êrîş berdewam bûn, lê yên piştî wî hatîn alaya ku ji destê girtîn berdewam kirin. Ji bo ku vê erdenigariyê de rastî derbikevin holê çi ji destê me bê emê bikin."

Di sala 2006an de dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê got kuştina Mûsa Anter bi awateke têr û tije nehatiye lêkolînkirin û Tirkiye hat sizadan, Di 20ê îlona sala 2022yê de jî ji berk u 30 sal ser re derbas bûn doza kuştina Mûsa Anter hat girtin û di tariyê de ma.

Fly Erbil Advertisment