Parêzgerê Dihokê: Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser hejmareke pirojeyan diyar kir

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser hejmareke pirojeyan diyar kir, ku bi zêdetirî 16 milyar dînaran tên bicihanîn.”

Parêzgerê Dihokê Elî Teter duhî (Yekşem, 22.09.2024) ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser hejmareke pirojeyên xizmetkariyan li sinorê her du qezayên Akrê û Berdereşê diyar kir.”

Parêzgerê Dihokê eşkere jî kir, “Ew piroje jî bi zêdetirî 16 milyar û 196 milyon dînaran tên bicihanîn.”

Elî Teter herwesa got, “Ji bo zêdetir pêşxistina kertê tendirustiyê, razîbûn ji bo hejmareke pirojeyan bi milyarek û 272 milyon dînaran ji bo Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Dihokê hatiye diyarkirin.”

Navbirî herwesa spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ji ber piştevaniya wan a berdewam ji bo kertên cuda cuda yên xizmetkariyan.