Di van du rojan de dema destpêkirina bangeşeya hilbijartinan tê diyarkirin

Perlemana Kurdistanê / Wêmne: Îslam Hîro - K24
Perlemana Kurdistanê / Wêmne: Îslam Hîro - K24

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hûrbînî li ser lîsta kandîdan temam kiriye û di van du rojan de dema destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar dike.

Serokê Tîma Rojnamevaniyê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Ehmed Cemîl îro (Duşem, 23.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Hûrbînî li ser lîsta kandîdên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê temam bûye.”

Ehmed Cemîl herwesa amaje da, “Di van du rojan de Civata Komisyaran dicive, lîsta dawiyê ya kandîdan dipejirîne û her di wê civînê de dema destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar dike.”

Serokê Tîma Rojnamevaniyê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê herwesa got, “11 kandîd ji hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine dûrxistin û cihên wan ji aliyê partiyên wan ve bi kesên din hatine pirkirin.”

Hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20.10.2024ê bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê tên kirin.

Fly Erbil Advertisment